
Loading...
![]() | | | | Ji bo koça dawiya Prof. Dr Îhsan Dogramacî Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jê razî kir | | | | |
Silavên xwedê li we bin!
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetiyê navdarê bajarê Hewlêr û dostê me yê mezin Profesor Doktor Îhsan Dogramacî bihîst û min gelek bi diltengî kir. Xwedê jê razî herdem hêmaya birayetî û pêkve jiyana birayaneya hemû pêkhatên gelê Kurdistanê bû. Projeyên xizmetgûzariyên wî yên ji bo Hewlêr herdem cihê rêz û pêzanîna me bû.
Ji destdana vî kesayetiyê neku xesaret bû ji bo malbata wî, belkû xesareteke mezin jî bû ji bo me gelê Kurdistan û mirovayetiyê. Ji bo vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyê li hemû malbata we yên birêz dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir bi hemû aliyeke me bibexşê û ruhê xwedê jê razî jî bi bihuşta berîn şad bike û bîranînên li gel wî herdem li bîra me de be.
Inna Lille We Inna Alaye Racî'un (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25/02/2010
|